XWEDÊ MEZIN E
1.ÎSA WELIDÎ (Karên Torossyan) Çend Mesele û met'elokên kal û bavan-2 Download
2.DENGÊ ŞÎRIN (Karên Torossyan) Download
3.BAWER BIKE (Karên Torossyan) Download
4.E’RD Û E’ZMAN (Karên Torossyan) Download
5.XUDAN ŞIVANÊ MIN E (Karên Torossyan) Download
6.WERIN EM BI YEKTÎ (Karên Torossyan) Download
7.JI CENIMÊ (Karên Torossyan) Download
8.P’OŞMAN BÛME (Karên Torossyan) Download
9.BÎBLÎYA (Karên Torossyan) Download
10.TU YÎ XWEYÊ MIN (Karên Torossyan) Download
11.ROJÊN P’ÛÇ (Gotinbêj Milazim Rassoyan) Download

mmmmmSTIRANÊN RUHANÎ

MIRIN Û AZADÎ XWEDÊ MEZIN E HÊY MILETNO
T’êl. (+374) 93-141-941,
98-850-033

E-mail CBJCinfo@houseofgod.am

STIRANÊN
HEZNÎTÎYÊ

EM K'OÇER IN

ÎSA WELIDÎ
Gotin û miqam ji cimetê 
Dengbêj Karên Torossyan

1) Îsa welidî li ser dinyayê,
Şivanên çolê li wir hazir bûn,
Ji eşq û şayî t'ev ker' û lal bûn-2,

Wek'. Xwezî wan ç'evan, ku Îsa bibînin,
Bi îmana t'emam, îman bistînin.

2) Li rûyê e'zmanan, steyrkek xuya bû,
Nisilê qîzikê bi rûmet t'emam bû,
Zaneyên rohlatê hatine mizgînîyê-2.

3) Îsa welidî welatê Qudsê,
Biç'ûk û mezin t'ev hatine pirsê,
Xwedê me yeke, kesên wî sisê-2.

4) Îsa welidî nava miqarê,
Silav da e'rdê, silav da be'rê,
Milyak'et h'emû t'ev hatine xarê-2.


BAWER BIKE
Ji “Stiranên Mizgînîyê”
Dengbêj Karên Torossyan

1) Bawer bike, bawer bike,
Mesîh gelek te h'iz dike,
Bira îro te rizgar ke,
Her gunehên te afû ke.

Wek'. Li her çar terefê dinê,
T'u şabûnê tu nabînî,
H'eta dilê xwe venekî,
Îsa Mesîh têda bijî.

2) Bawer bike, bawer bike,
Xwe ji cenimê aza ke,
Navê Îsa tu bîr neke,
T'enê ewê te rizgar ke.

3) Min bawer kir, min bawer kir,
Mesîh bona min û te mir,
Xwedê ew ji mirîyan rakir,
Û berbi e'zman bilind kir.


XUDAN ŞIVANÊ MIN E
T’ercme kir Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên Torossyan

1) Xudan şivanê min e û ez gerekî,
Hewcê qe tiştekî nîbim qet hewce nîbim.
Binihêr'e nav ç'êra mêrg û çîmanan,
Berbi avên rihet, ewê min bibe.

2) Xudan ez razî me, bona rehma te,
Ku te bi Xûna Xwey pîroz, gunehên min afû kir.
Alî min bike, Xweyê minî qenc,
Ku ez jî xwestina, te biqedînim.

3) Xudan şivanê min e, ruhê min nû dike,
Bona rûmet û navê xwe ewê min xwey ke.
Heger nav hêşîya mirinêda her'im,
Ji yê xirab natirsim, Xudan t'evî min e.


JI CENIMÊ
Fikira Gotinê ji Înjîlê,
miqam ji cimetê
 

Dengbêj Karên Torossyan

1) Ji cenimê dengekî gelek zelûl tê,
«Gelek sal in ez dişewitim li vê derê,
Dikim gazî ez xapyam ji hebûka p'ûç,
Wey li minê, min aza kin ji vî agirî.»

2) K'anê-k'u ne pismamên minî h'izkirî,
Ku nikarin min ji xezebê rizgar kin,
Miqatî xwe bin hûn her pênc birayên min,
Ji vê derê kes dernayê h'eta-h'etayê.

3) K'anêne ew sifrên her te'manva t'ijî?
K'uda çûne k'incên rewş û nazik, bedew?
Ji wan xapyam û ez hatime li vê derê,
Agir, k'irk'ût dişewitîne, ç'ilkek av t'une.

4) Ax tu dinya boş û betal, ser te bengî bûm,
H'uba te ez avîtime nava vê dojê,
Bi bedewîya te ez xapyam, bûm maşoqê te,
Û rûyê teda ez k'etime gelîyê hey-wayê.

5) Hebûka dinyayêye p'ûç, te ez kor kirim,
Min qet nedît û fem nekir k'esîbîya vir,
Niha «hewar» gazî dikim, «hema ç'ilkek av»,
T'u kes t'une avê bide, h'alê min t'une.

6) Xwezî min jî bawerîya xwe Îsa banîya,
Û niha ez t'evî civîna wî bûma,
Hîvî dikim xûşk-birano, hûn t'obe kin,
Bi k'erema destê Îsa ji vir aza bin.


BÎBLÎYA
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên Torossyan

1) Bîblîya k'itêba Xwedê ye,
Wî fikirên xwe bi wê daye,
Xulamên wî ew nivîsîn,
Dîroka rast ber me danîn.

2) Xeberên wê ji bîna Xwedê,
Ava zelal ji wê dertê,
Qur'ne-qur'ne jîyîn daye,
Û bin h'ukumê Ruhda maye.

3) Wêda hene p'êxembertî,
Qanûnên heq û serwaxtî,
Hînkirina wê bi rastî ye,
Xudanê wê bê şaşî ye.

4) H'emû şîret wêda hene,
Baristanîya ber dilan e,
Xwedê ew da, ku qebûl kî,
Bawerîya xwe Bîblîyayê bînî.

5) Çend h'ezar sal derbaz bûne,
Nivîsarên pîroz mane,
Were wanda tu bawer be,
Jîyîna her- heyê war be.


TU YÎ XWEYÊ MIN
Ji “Stiranên Mizgînîyê
Dengbêj Karên Torossyan

1) Xweyê min ez dîtim, nava gunehanda,
Gazî kir zû were, wade gelek kin e.

Wek'. Ax tu yî Xweyê min, rastî ronaya min,
Tu yî kanîya jîyîna min,
Te gunehên min baxşand, birînên min qenc kir,
Bi Xûna xweye pîroz.

2) Îsa te bîr nakim, t'enê te h'iz dikim,
T'imê hîvîya te me, bimirim jî p'ara te me.

3) Îsa bextewar im, bona p'êşkêşa te,
P'êşkêşa e'zmanan, ku boy her-heyê ye.

DENGÊ ŞÎRIN
Gotin Milazim Rassoyan,
miqam ji cimetê
 

Dengbêj Karên Torossyan

1) Dora min girt ye pêlên be'rê,
Dilê min şkestye mîna darê,
Lê dengekî delal şîrin,
Gazî dike, were cem min.

2) Ruhê min t'imê melûl e,
Rihetîyê xwer'a diger'e,
Û ew dengê qenc û şîrin,
Gazî dike, were cem min.

3) Gunehên min hatin bîra min,
Min dêşîne îsafa min,
Tirsa mirinê hate ser min,
Îsa deng da, were cem min.

4) Dinyayê derbaz be were,
Jîyîna xwe unda neke,
Min Xûn rêtye wê qebûl ke,
Û dilê xwe ber min veke.

5) Xudan Îsa hatime cem te,
Dilê min tu paqij bike,
Afû bike gunehên min,
Û rizgar ke tu ruhê min.


E’RD Û E’ZMAN
Gotin û miqam
Milazim Rassoyan

Dengbêj Karên Torossyan

1) E'rd û e'zman, h'emû efirîn hûn ker' bin,
Ezê rastîyê bêjime we hûn guhdar bin,
Ev Gotina min bona Xwedê rehmê ye,
Ku bizanibin, ew k'î ye û çawa ye.

2) Xwedê ji Bav, Kur' û Ruhê Pîroz e,
Ewî yek e bê şirîk e, yekbûyî ye,
E'rd-e'zmênda mîna wî pîroz t'une,
Ew e P'adşê-p'adşan û t'imê heye.

3) Ew Heyînê pêşda hebû, Xwedê bû,
H'emû heyîn eynî bona wî çêbûn,
Qewata jîyanê ji wî distînin,
Û bî wî jî axreta xwe dibînin.

4) Xwedê ruh e, herî zor e, zane yê,
Ji her-heyî çawa hebû, usa yê,
Her çi hene, wî şeş rojanda efirand,
E'rd û e'zman, heyînên nav xuliqand.

5) Xwedê kes e, her deran e, h'izkirin e,
Li ser h'emû xuliqîyan ew dinihêr'e,
Ewî t'evî milyak'et û merivan e,
Li nav ruhê her pîrozên xweda ye.


WERIN EM BI YEKTÎ
Gotin Milazim Rassoyan,
miqam ji cimetê
 

Dengbêj Karên Torossyan

1) Werin em bi yektî, navê Xudan mezin kin,
K'erema wî qebûl kin, jîyîna nûda bijîn.

Wek'. Îsa te em h'iz kirin,
Ji gunehan aza kirin,
Ruhê me paqij kirin,
Li e'zmanan cî kirin.

2) Îsa Xudan bilind kin, gelekî jê razî bin,
T'u caran hûn newestin, navê wî t'im bilind kin.

P’OŞMAN BÛME
T’ercme kir Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên Torossyan

1) P'oşman bûme Xwedê min,
Bibaxşîne gunehên min,
Destê min bigire Xwedê min,
  Berxê teyî xalifî me.

Wek'- P'oşman bûme Xwedê min-2,
Bibaxşîne gunehên min,
P'oşman bûme Xwedê min.

2) T'ev-hev bûye ruhê min,
Tarî bûye fikira min,
K'eser girtye dilê min,
Û ez niha h'eznî me.

3) Naxwazim şaşîyan bikim,
Û bimînim t'im hêsîr,
Ez bêm cem te hêsa bim,
H'izkirina te bistirêm.

4) Alî min bike hişyar bim,
T'imê gur'a teda bim,
Jîyîna minî hevk'etî,
Tê rast bikî cinetî.

ROJÊN P’ÛÇ
Gotin Milazim Rassoyan
Gotinbêj Milazim Rassoyan

1) Ez çi bêjim rojên xwer'a,
Ku hatin-çûn serr'a, berr'a,
Dinya boş e, jîyîn p'ûç e,
Mîna xewna şevan diçe.

2) Çaxê meriv ji dê dibe,
Bi zemetî mezin dibe,
Difikire! Ew xwey war e,
Lê nizane, ew mêvan e.

3) Eva dinya derewîn e,
Bi dîndara xwe dixapîne,
Tu gumanê li wê neyne,
Ku ew te jî nexapîne.

4) Dinê-axret du p'aran e,
P'arek bona xiraban e,
Agir-alav dişewitîne,
Û her-heyê dizêrîne.

5) Lê p'ara din bihuştî ye,
Wir her-heyê rihetî ye,
K'î dixwaze li wê war be,
Bira ser rîya Mesîhda be.










 

designed by "Verjin Andzrevner" studio 2007