MIRIN Û AZADÎ
1.EZ XERÎB IM LI VÊ DINÊ (Karên T'orossyan) Çend Mesele û met'elokên kal û bavan-2 Download
2.MERIVÊ XWEZÎ (Karên T'orossyan) Download
3.XWEDÊ ADEM XULIQAND (Karên T'orossyan) Download
4.BAVÊ LI E’ZMANAN (Karên T'orossyan) Download
5.MIN BIHÎSTYE MIN H’IZ DIKÎ (Karên T'orossyan) Download
6.BENDÊN VÊ DINYAYÊ (Karên T'orossyan) Download
7.KUR’Ê XWEDÊ HATE DINÊ (Karên T'orossyan) Download
8.XWEZÎ LI WAN MILETANR’A (Karên T'orossyan) Download
9.MIZGÎNÎYA MIN TE HEYE (Karên T'orossyan) Download
10.ÎSA BINYATÊDA XWEDÊ BÛ (Karên T'orossyan) Download
11.LI NAV DINYAYÊDA (Karên T'orossyan) Download
12.XWEDÊ RIZGARBÛN HAZIR KIR (Karên T'orossyan) Download
13.MIRIN Û AZADÎ (Gotinbêj Milazim) Download

mmmmmSTIRANÊN RUHANÎ

MIRIN Û AZADÎ XWEDÊ MEZIN E HÊY MILETNO
T’êl. (+374) 93-141-941,
98-850-033

E-mail CBJCinfo@houseofgod.am

STIRANÊN
HEZNÎTÎYÊ

EM K'OÇER IN

EZ XERÎB IM LI VÊ DINÊ
Gotin Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Ez xerîb im li vê dinê,
Dişixulim mîna ç'irê,
Roj wê her'in k'î namire,
Ç'ira min jî ditemire.

2. H'ezar salî tu dinê bî,
Zêr' û zîvda tu xinê bî,
Jîyîn diçe tê mezin bî,
Û mêvanê qebira sar bî.

3. Çawa hulm-gulm sal tên diçin,
Kirin-xwarin ew jî p'ûç' in,
Sihet-qewat unda dibin,
Te'lî-tengî zêde dibin,

4. Gelo jîyîn hema ev e?
Jîyîna qenc cîkî t'une?
Gelo mirin ça tê zeftê?
Avilheyat ji k'u dertê?

5. Kur'ê Xwedê, Îsa hatye,
Eva pirsa safî kirye,
Bi xaç mirin wî zeft kirye,
Qîyametî qirar kirye.

6. K'î bawer ke û t'obe ke,
Încîla Mesîh qebûl ke,
Ewê ji mirinê rabe,
Û p'adşatîya Xwedê war be.


XWEDÊ ADEM XULIQAND
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Xwedê li ser dinê Adem efirand,
Ji hestûyê k'êlekê jî Hêwa xuliqand,
H'emû dinya pêva da destê wana,
Her du bûne xweyê h'emû h'eywanan.

2. Baxê Cinetêda du dar jî hebûn,
Ji her du daran yek ya jîyanê bû,
Lê ya din, ku Xwedê got: «Ji wê nexwin»
Ya zanebûna qencîyê-xirabîyê bû.

3. Lê Hêwa gur'a Xudanê xwe nekir,
Bi Gotina Þeytan ji wê xwar û Ademr'a jî p'ar kir,
Ademo, rebeno, çi serê xwe kir,
Gur'a Xwedê nekir, mirin xwe war kir.

4. Bi gunehê Adem xûna wî h'erimî,
Û ev binyat' bû p'ara her merivî,
Zur’et li wî ser dinê hev bela bûn,
Mîna bavê xwe Adem gunehk'ar bûn.

5. Lê Xwedê bona rizgarbûna evdan,
Kur'ê xweyî delal, Îsa Nûranî da,
Çawa bi Adem em gunehk'ar dibin,
Usa jî bi Îsa bawermend rast dibin.

MIN BIHÎSTYE MIN H’IZ DIKÎ
Gotin Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Min bihîstye min h'iz dikî, Îsayê Nûranî,
Û dixwazî min rizgar kî, tu gelek rehm î.
Ez jî hema hewcê wê me,
Tu xwexa zanî.

2. Îsa Xudan gunehk'ar im, gunehên min be'r in,
Û ez zanim pê Xûna te, ew afû dibin.
Hîvî dikim min paqij ke,
Û lap pîroz ke.

3. Îsa Xudan dengê min bihîst, min hate rehmê,
Bi rastîya wî rast h'esab bûm, bûm p'ara Xwedê.
Niha ez lawê Xwedê me,
Xweywarê wî me.

KUR’Ê XWEDÊ HATE DINÊ
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Kur'ê Xwedê hat vê dinê, ku merivan
ew bê rehmê,
Li e'zmanan ew P'adşa bû, lê ser dinyayê xulam bû,
Ser vê dinyayê ew ger'ya, k'erema Xwedê pêr'a bû,
Cin derxistin, kor qenckirin û k'otî jî paqij kirin.

2. Li ser xaçê birîndar bû, birîndarê h'uba min bû,
Xuliqdarê avê av xwest, lê dewsa wê sirke danê,
T'acê stirî sêrî kirin, t'û dikirinê, qerf pê kirin,
Pey mirinê defin kirin, kevirê t'irbê jî mor kirin.

3. Roja sisîyan mor xirab bû, kevir ji ber t'irbê hol bû,
Bav Xwedê mer'a K'erem kir, Îsa ji nav mirîyan rakir,
Îsa Xudan me h'iz dike, mirin ser wî h'ukum nake,
Ewê zûtirekê veger'e, mirin ser me jî nikare.


MIZGÎNÎYA MIN TE HEYE
Gotin Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Mizgînîya min te heye, Îsa p'êşkêş daye te,
Ew p'êşkêş rizgarî ye, bi p'eran, zêr'an nîne,
Rizgarî p'ara wîye, yê bawerîyê wî tîne,
Rizgar dibe ji gunehan, ji mirinê, ji cinan.

2. Bawerî ya dilan e, îqrarî ser zaran e,
Bawer bike û rast be, îqrar ke û rizgar be,
Tê rizgar bî û rast bî, hebûna Xwedê war bî,
Bîr bîn ne ji kiran e, ji k'erema Xwedê ye.

3. Îsayê me derew nake, navekî qenc te dike,
Got: «Tu lawê Xwedê yî, tu ronayî û xwê yî.»
Tu mîna Ûsivê Nevî, bawerîya xwe wî bîne,
Tengasî ku mezin be, yeke wê ber te ta be.

4. Usa jî xwe hazir ke, vê Mizgînîyê belake,
Devê kanîya xwe veke, ku av jê bih'erike,
Lê heger kanîyê dadî, tê ava xwe genî kî,
Îdî Mizgînîyê bide, ava xwe t'imê nû ke.


LI NAV DINYAYÊDA
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Li nav dinyayêda, ez lap bê guman bûm,
Lê Îsa ez dîtim, ber dilê minda hat.

Wek'. Xudan destê min bigire, - 3
Min bibe e'zmanan.

2. Li ser vê dinyayê, cefa gelek hene,
Hîvî ji te dikim, tu min were rehmê.

MERIVÊ XWEZÎ
T’ercme kir Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Xwezî ye li ser dinyayê ew merivê,
Ku nava şêwira nep'akanda naçe,
Li ser rîya gunehk'aran ew nasekine,
Û li cîyê qerfkiran jî rûnanê.

Wek'. Îsa Mesîh qewata min,
Kur'ê Xwedê berdilîyê min,
T'emîyên te paqij û xalis in,
Ew in ronaya ç'evên min.

2. Xwezîya xwe ez li wî merivî tînim,
Ku Qanûnên Xwedê jor wî xweş tên,
Þev û roj ew li ser wana difikire,
Û Gotinên Xwedê xwe pêk tîne.


BAVÊ LI E’ZMANAN
Miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Bavê meyî e'zmanan, navê te pîroz be,
P'adşatîya te bê, bira e'mirê te be,
Çawa li e'zmanan, usa jî ser dinê.

2. Nanê meyî rojê, roj bi roj bide me,
Û bibaxşîne me, h'emû deynên me,
Çawa em dibaxşînine deyndarên xwe.

3. Û me nebe ser cêribandinê,
Lê ji yê xirab tu me rizgar ke,
Çimkî p'adşatî qewat û rûmet,
Ya te ye h'eta-h'etayê. Amîn.

BENDÊN VÊ DINYAYÊ
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Gelek bendên vê dinyayê,
Fikira wan t'enê xwarin e,
Xwekirin û vexwarine,
Û ruhê xwe bîr kirine.
Lê em gerekê bêjine wan:
Hûn merivên dilqê Xwedê,
Werin ruh xwe bîr nekin,
Bona ruhê xwe jî xem kin.

2. Boy gunehê we Îsa mir,
Li ser xaçê ew bû qurban,
T'acê stirî danîn sêrî
Ji nav mirîyan dîsa rabû.
De niha werin t'obe bikin,
Bawerîya xwe Îsa bînin,
Xûna pîroz hûn qebûl kin,
Gunehan bişon û rizgar bin.

XWEZÎ LI WAN MILETANR’A
Gotin Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Nava be'ra vê jîyînêda, ez unda bibûm,
Tirsa mirinê dilê min girt, min rê nizanibû.

Wek'. Xwezî li wan miletanr'a,
Ku Xwedê e'zman nas dikin,
Gumana wan li ser wî ye,
Û rehmê ji wî distînin.

2. T'emamîya rojê gazî te dikim, hîvî te dikim,
Þevê rihetîyê nadime ç'evê xwe, bê xew dimînim.

3. Xudan Îsa dengê min bihîst û caba min da,
Tirsa mirinê ji min hilda û azayî da.

4. Tu miletê cefa dîtî Xudan qebûl ke,
Berê xwe bide Xwedê jor, gazî wî ke.

ÎSA BINYATÊDA XWEDÊ BÛ
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Îsa binyatêda Xwedê bû,
Her alîva wek Bavê bû,
Pey nek'et weke Xwedê be,
Xwe şkênand ku meriv be,
Hat dinyayê xwe nimiz kir,
Binyata xulêmda xwe e'yan kir,
Bi xaçê xwe rê hazir kir,
Lema Xwedê ew bilind kir.

2. Navekî zor Îsa kirye,
Bi h'ukumê xwe e'mir kirye,
Ku her çok ber wî bitewe,
Îqrara rast bi zar bide,
Ku Îsa ye şîrinê Bavê,
Ez nak'evim ber dîwanê,
Bêje ew e Xudanê min,
Rûmeta Xwedê, jîyîna min.


XWEDÊ RIZGARBÛN HAZIR KIR
Gotin Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1. Xwedê rizgarbûn hazir kir,
Gazî h'emû miletan kir,
De hûn werin vê qebûl kin,
Û ruhê xwe unda nekin.
Ev k'erem ji Bav Xwedê tê,
Bi qewata Ruhê wî tê,
Ew ji xaçê Kur'ê wî tê,
Xwedê yek e, kesên wî sê.

2. Rizgarbûn sozê Xwedê ye,
K'ê bawer kir p'ara wî ye,
Îsa bona h'emûyan mir,
Li bawermendan afû kir.
Roja sisîyan dîsa rabû,
Bawermendanva e'yan bû,
T'emîya mezin wanar'a hişt,
Û çû li cem Bavê rûnişt.

3. Ev t'emîya ji h'izkirina min,
Her miletan binixêmin,
Ezê eseyî veger'im,
T'u car we êt'îm nahêlim.
P'adşê jorin wê veger'e,
Mî-bizinan veqetîne,
Zêndî werin, mirî rabin,
Û ber mîrê xwe cabdar bin.










MIRIN Û AZADÎ
Gotin Milazim
Gotinbêj Milazim
Hevalê baş ji k'erema xwe tu guhdar be.
Niha were ez û tuva qise bikin
Û bi fikiran dilê xweda pirsan bidin.
Gelo îro fikira dilê te ser çi ye,
Yan jî nêt û meremê te bona çi ye.
Belê bira, fikirên me merivan gelek hene,
Nêt-meremên wanar'a jî h'esab t'une.
Soz-mesele, meremê min, ew jîyîn e.
Ez dixwazim silamet bim, bextewar bim,
T'imê t'evî xêrxwazan bim.
Jîyîna mine dirêj hebe,
Ser dinê jî silametî û saxî be.
Belê, nêt-meremê min, ew, jîyîn e.
Ez dixwazim boy h'emûyan ew dirêj be,
Û nexweşîya mirinê jî qet t'unebe.
Guhdarê baş, were tu jî minr'a qayl be,
Ez bawer im, nêt-fikira te jî wê ev yek be.
Lê fikira merivên mayîn, wê ser çi be?
Tu wê zanî? Pê h'esîya yî?
Were, ezê wê sur'ê jî ter'a bêjim.
Nêt-meremê h'emû kesan hema ev e:
Ber mirinê ew şer' dikin,
Ku jîyîna xwe rizgar kin.
H'emû dê-bav difikirin û dibêjin:
Bira zar'oka min silamet be,
Nexweş nebe û nemire,
Qezîya nebe, şer' t'unebe,
Destê dijmin t'imê dûr be,
Jîyana me jî her dirêj be.
Belê, nêt-meremê me her kesî hema ev e.
H'emû meriv ber mirinê t'im şer' dikin,
Dû-dermanan ew çêdikin,
Nexweşxwanan ava dikin,
Ku ser dinê jîyîna xwe ew dirêj kin.
Lê çi jî dixwaze bikin, yek e,
Mirin bindest dike,
Bi me'nîkê jîyîna wan ew kin dike.
H'emû mirin û wê bimirin.
P'adşên mezin bi eskeran rizgar nabin,
Dewlemend jî hebûka xwe unda dikin,
H'ekîmên baş derman destê wanda mirin.
Êêê, birê min, mirin zor e,
Ewî hespê xweyî qewat bûye sîyar e,

Li çar qulbên vê dinyayê dibe xwar e
Û napirse: Gelo evî kal e, yan cahil e.
K'a Silêman, ku zane bû?
Mûsa k'anê, p'êxember bû?
Dawid maye? Îbo k'anê?
Kal-bavên me h'emûyan gelo mane?
Destek hatine, destek çûne.
Lê belê, belkî niha tu bêjî min:
,,Ker' be bira, tu me neke nav mitalan.
Hîvî dikim birînên dil tu k'ûr neke,
Derd û kulan t'ev raneke.
Boy vê pirsê ezê ker' bim
Û ser pirsa din xeber dim.
Bona dilê teyî birîndar derman heye.
Ev dermanê ku ez bidim,
Ew Gotin in, wan qebûl ke,
Dilê xweda jî xwey bike,
Ew birînên k'ûr qenc dike,
Yên k'esirî hêsa dike,
Gunehk'aran afû dike, bêsûc dike,
Axreta wan jî xêr dike.
Ev dermana gelek zor e,
Mirinê jî bindest dike,
Bawermendan azad dike.
Ev dermana ji Xwedê ye,
Ew Mizgînîya Îsayê me ye.
Guhdarê qenc bawer bike
Û ruhê xwe unda neke.
Îsa Mesîh Nûr e- Nûra Xwedê,
Ronayî ye, bira îro te safî ke.
Hema niha wî qebûl ke,
Çimkî t'enê ew bû qurban,
Mesîh, te h'iz dike û mirinê bindest dike.
Gazî wî ke û ewê te bextewar ke.
Çimkî mirin ber wî ta bû,
Roja sisîyan ew ji nava mirîyan rabû,
Þagirtanva ew e'yan bû û pey roja çilî,
Mesîh berbi e'zmanan bilind bû.
Wê dîsa bê, wî qebûl ke
Û bi Mesîh xwe ji cenimê rizgar bike.
Belê, t'enê Îsa, bi rabûna xwe ji mirîyan,
Zulma mirina xirab bindest kirye.
Bawer bike, vê Mizgînîyê qet bîr neke.

designed by "Verjin Andzrevner" studio 2007