HÊY MILETNO
1.HEGER DIXWAZÎ (Karên T'orossyan) Çend Mesele û met'elokên kal û bavan-2 Download
2.HÊY MILETNO (Karên T'orossyan) Download
3.XWEDÊ TU YÎ EŞQA MIN (Karên T'orossyan) Download
4.BIRANO ÎSA ME H'IZ DIKE (Karên T'orossyan) Download
5.XUDAN TU YÎ EFIRANDARÊ (Karên T'orossyan) Download
6.ROJA MIZGÎNÎYÊ (Karên T'orossyan) Download
7.ÎSAYÊ ME YE (Karên T'orossyan) Download
8.LI NAV DINYAYÊDA (Karên T'orossyan) Download
9.BI MESÎH BEXTEWAR BIN (Karên T'orossyan) Download
10.CVÎN (Karên T'orossyan) Download
11.ÎSAYÊ NISRETÊ (Karên T'orossyan) Download
12.ZENGILÊ MIZGÎNÎYÊ (Karên T'orossyan) Download
13.P'OŞMAN IM ÎSA (Karên T'orossyan) Download
14.KUR'Ê XWEDÊ ÎSA MESÎH (Karên T'orossyan) Download

mmmmmSTIRANÊN RUHANÎ

MIRIN Û AZADÎ XWEDÊ MEZIN E HÊY MILETNO
T’êl. (+374) 93-141-941,
98-850-033

E-mail CBJCinfo@houseofgod.am

STIRANÊN
HEZNÎTÎYÊ

EM K'OÇER IN
HEGER DIXWAZÎ
Gotin Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan


1) Heger dixwazî Xudan bibînî,
Dengê wîyî xweş tu guhdar bî,
Heger dixwazî şîret hildî,
Û birînên xwe derman kî.


2) Heger dixwazî tu paqij bî,
Ji xirabîya dinê dûr bî,
Bi bawerî tu nêzîk be,
Û Xûna pîroz qebûl ke.


3) Yan jî dixwazî tu zane bî,
Zanebûna e'zman hildî,
Ter'a lazim e usa bikî,
T'imê Mizgînîyê bixûnî.


4) Heger dixwazî jîyînêda bî,
Û h'izkirina Xwedêda bî,
T'imê xebera wîda bî,
Ne rast ne ç'ep lê şaş nebî.


XWEDÊ TU YÎ EŞQA MIN
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Xwedê tu yî eşqa min,
Gotina te dewleta min,
Gotina te mîna hewê,
Bînê dide ruhê min.

Wek'. K'î min heye e'zmanan,
Ser dinê jî wî dixwazim,
Kesekî din naxwazim,
Ez t'enê wî dixwazim.

2) Xeberên Xwey Xwedê min,
Ava jîyanê dane min,
Û qet tiştek mîna wan,
Hêsabûnê nadine min.


XUDAN TU YÎ EFIRANDARÊ
Gotin Milazim Rassoyan
Miqam ji cimetê
 

Dengbêj Karên T'orossyan

1) Xudan tu yî efirandarê,
E'rd û e'zmên û her tiştî,
T'u qewat nagihîje ya te,
Zanebûna te bilind e.

Wek'. Werin hevr'a em bistirên,
Pesnê Xwedê jorin bidin.

2) T'u cîk t'une, ku gunehk'ar,
Xwe ji te li wir veşêre,
Ç'evê te ser her deran e,
Cîkî xewle boy te nîne.

3) Xwedê me gelek mezin e,
Bê şirîkî bê heval e,
Ew yekî merivh'iz e,
Xuliqdarê her milet e.


ÎSAYÊ ME YE
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Zar'okên delal bêjine min,
Ew k'î ye ku we h'iz dike
Û şev û roj ew ç'evên xwe,
Qe ji ser we ew dûr naxe.

Wek'. Îsayê me ye-2
Ku jîyîna xwe daye me,
Kur'ê Xwedêyî delal e,
Ew Rizgarkirê dinyayê ye.

2) De niha jî bêjine min,
Ew k'î ye, ku we xwey dike,
Û xeberên xweyî zêr'în,
Dilê weda ew datîne.

3) Navê k'êye, bûye p'ira,
Ji e'rdê h'eta e'zmanan,
Ew h'ekîmê herî zor e,
Û rizgarî t'ek bi wî ye.


BI MESÎH BEXTEWAR BIN
Veger’and Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Va ye li Cvînêda, du cahilan gul daye,
Ev qirar ji Xwedê ye, bîna wan xweş bela ye.
Dilên wana bi hevr'a, ew eşq dibin Xwedêr'a,
Rîya Xwedêda ew şa ne, t'u kes jî ne p'oşman e.

Wek. - Bi Mesîh bextewar bin,
T'imê nav h'izkirinê bin,
Bi gumana h'etayê û bi k'erema Xwedê.

2) Dilê Xwedê şa dibe, gulên xwer'a eşq dibe,
Usa jî Cvîn şa ye, bûk-ze'vêr'a ew qulbe ye.
Em gelekî şa bûne, gulên delal bona we,
Bîna Mesîhe baş in, hûn hert'im boy me xweş in.

3) Bûka me zef bedew e, mîna sosinan k'aw e,
Xêlîya sipî sêrî ye, gelek bedew xemilî ye.
Ç'evên h'emûyan lê ye, Mîna hîva şevê ye,
Xatûna şertê xwe ye, ew mîna horîkê ye.

4) Ze'vê me jî xemilî ye, rastîya Xwedê xwe kirye,
Xemên bûkê ser wî ne, t'emîyên Xwedê dilda ne.
Ew mîna Îsayê me ye, xemk'êşê bûka xwe ye,
Û ew hevr'a wê t'imê, pesinê bidine Xwedê.


ÎSAYÊ NISRETÊ
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Îsayê Nisretê-2,
Dixwazim mîna te bim, Îsayê Nisretê,
Çawa ku tu yî, dixwazim usa bim,
Îsayê Nisretê-2.

2) Îsayê Nisretê-2,
Dixwazim t'evî te bim, Îsayê Nisretê,
K'u derê tu bî, ez jî wê derê bim,
Îsayê Nisretê-2.

3) Îsayê Nisretê-2,
Miletê min were rehmê, Îsayê Nisretê,
Dilê wan bik'işîne xwe, gunehên wan afû ke,
Îsayê Nisretê-2.


P'OŞMAN IM ÎSA
Veger’and Milazim
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Ruhê Pîrozî qenc, tu gelek rehm î,
Baristanîya xwe ji me nebir'î.

Wek'. - P'oşman im Îsa, tu kanîya rehmê,
Tu ronaya rast, Rizgarkirê dinê.

2) Mesîhê Xwedê, bona min xaç bû,
Li ser xaçê mir, ji t'irbê rabû.

3) Ç'evê ruhê min veke, ez te nas bikim,
Bona kirên xwe, p'oşman bim, şerm kim.









HÊY MILETNO
Gotin Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Hêy miletno, hûn guhdar bin,
Dengê Xwedê t'exsîr nekin.
Mizgînîya wî hûn qebûl kin,
Bawer bikin û t'obe kin.

Wek'. Gazî we dike, ev rehma wî ye,
Kur'ê tayê t'enê, qurban daye.

2) Kur'ê Xwedê Îsa Mesîh e,
Guneh afûbûn t'ek bi wî ye,
Li bin e'zmênda t'enê ew nav e,
Ku rizgarîyê mer'a tîne.

3) Zeman t'emam bû, dem jî gihîşt,
P'adşatîya Xwedê nêzîk bûye,
De t'obe kin Îsa bawer kin,
T'evî Xwedê, hûn li hev werin.


BIRANO ÎSA ME H'IZ DIKE
Veger’and Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Birano, Îsa me h'iz dike,
Min û te ew xwey dike,
Ew dixwaze me pîroz bike,
Ku e'zmênda cî-war ke.

Wek'. Em distirên, boy navê wî,
Azabûna ruh, ji rehma wî,
Îsa ye bextewarîya me,
H'uba ser me heye.

2) Wî gunehên me baxşandine me,
Ji me ceza hildane,
Wî xûna xweye pîroz rêtye,
Rîya berbi cenimê girtye.

3) Xeberên zaran t'êrê nakin,
Ku rehma wî gilî kin,
Em bi dil t'imê jê razî bin,
Xizmetîyêr'a hazir bin.

4) Heger min bidine ber dîwanê,
Boy pesinê navê Xwedê,
Fikira min dîsa wê ser wî be,
H'eta bîn ber minda hebe.


ROJA MIZGÎNÎYÊ
Gotin Milazim Rassoyan
Miqam ji cimetê
 

Dengbêj Karên T'orossyan

1) Eva roja Mizgînîyê ye,
Mizgînîya Încîla Xwedê ye,
Mesîh rizgarî anîye,
Ew boy her miletan e.

Wek'. De qebûl ke vê Mizgînîyê,
Evan rojan wê derbaz bin,
Xwedê me wê ji e'zmanan bê,
De rabe qebûl ke Kur'ê Xwedê.

2) Mesîh e Kur'ê Xwedê,
H'akimê e'zmên û e'rdê,
K'ê qebûl ke wê aza be,
Cîyê wî wê buhiştê be.


LI NAV DINYAYÊDA
Gotin û miqam Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Li nav dinyayêda, ez lap bê guman bûm,
Lê Îsa ez dîtim, ber dilê minda hat.

Wek'. Xudan destê min bigire, -3
Min bibe e'zmanan.

2) Li ser vê dinyayê, cefa gelek hene,
Hîvî ji te dikim, tu min were rehmê.
---------------------------
1) Derdunya berayêm hîç û mîdî nebût,
Îsa menû pêyda kerdu û mî dem dad.

Xudavend destem bêgîro, -3
Merabê ber bê bêhişt.

2) Derîndonya hes cefa, xahembegîrî destê-mera,
Komek em kon mera, kebaşem bato Xuda.


CVÎN
Gotin Milazim Rassoyan
Miqam Arsên Vardanyan
 

Dengbêj Karên T'orossyan

1) Ji nav merivan Cvîn çê bû, ev bi qirara Xwedê bû,
Bi h'emdê xwe veger'yane, Xwedêyê rast hilbijartine.
Xudan Îsa em h'iz kirin, bi xûna xwe rizgar kirin,
Her gunehên me afû kir û ji me p'aristxan çêkir.

Wek'. - H'îmê Cvînê Mesîh danîye,
Bi xwe ew h'îm û Xudan e,
Cvîn, tu mala Xwedê yî,
Bi destê wî tu çêbû yî.

2) Cvîn! Îsa tu rizgar kirî, ji dîwanê aza kirî,
Xudanê te t'enê ew e, wê her-heyê te xwey bike.
Tu yî bûk û bedena wî, ji Gotina wî dûr nek'evî,
Ew e serê te bîr neke, xweserîxwe tiştan neke.

3) Tu yî stûn û îdara rastîya ku ji Xwedê dertê,
Gerekî tu dannasîn kî, Mizgînîya Xwedê bela kî.
Boy qirara Xwedê hîn ke, jîyîna rast eseyî ke,
Ku meriv bên rizgar bibin û ji agirê dojê dûr bin.

4) Bona te ye e'zmanê nû, Adanê baştir ew e'rdê nû,
Li wir t'uneye xelayî, cefa t'une, şînê nakî.
Xwedê wê hêsiran paqij ke, her birînan wê qenc bike,
Li wê derê tu namirî, T'extê Xwedê tê bibînî.


ZENGILÊ MIZGÎNÎYÊ
Veger’and Milazim Rassoyan 
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Bira zengil deng bidin,
Zengilê Mizgînîyê bidin.
Mizgînî ye-2, Mizgînî.

Wek. - Bi xaç me rizgar dike,
Ji destê Şeytan derdixe,
Îsa Mesîh Rizgarkirê dinyayê ye.

2) Ev cejineke mezin e,
Cejina bûyîna Mesîh e.
Mizgînî ye-2, Mizgînî.


KUR'Ê XWEDÊ ÎSA MESÎH
Gotin Milazim
Dengbêj Karên T'orossyan

1) Kur'ê Xwedê Îsa Mesîh,
Kanîya rehmê, jîyîna dinê,
Ji nûra rûyê te ez h'elîyam,
Tu h'izkirîyê min, nûra Xwedê.

2) H'uba mezin da dinyayê,
Lema k'etî ber dîwanê,
Bi wê yekê em rizgar kirin,
H'ebandina rast eseyî kir.

3) Dilê min bik'işîne berbi Xwe,
Bawerîya min tu zêde ke,
Azayîya Xwe tu bide min,
Rizgarkirê qenc Xweyê min Îsa.

4) Ez naxwazim bêşêkir bim,
Ji nûra rûyê te ez dûr k'evim,
Tu bona min bibe mert'al,
H'izkirîyê min Xudan Îsa.

designed by "Verjin Andzrevner" studio 2007