EM K'OÇER IN
1.ÇEND MESELE Û MET’ELOKÊN KAL Û BAVAN
(Milazim Rassoyan)

Çend Mesele û met'elokên kal û bavan-2
Download1m
Download2
2.H'EMÛ MILET XÛŞK-BIRA NE (Milazim Rassoyan) Download
3.ADEMO (Milazim Rassoyan) Download
4.BAV Û KUR’ (Milazim Rassoyan) Download
5.BÎBLÎYA (Milazim Rassoyan) Download
6.DEH T’EMÎ (Milazim Rassoyan) Download
7.DINYA BOŞ Û BETAL E (Milazim Rassoyan) Download
8.EM K'OÇER IN (Milazim Rassoyan) Download
9.EM XERÎB IN (Milazim Rassoyan)մ Download
10.ÎSA MESÎH ZÊNDÎ YE (Milazim Rassoyan) Download
11.QANÛNA XWEDÊ (Milazim Rassoyan) Download
12.ROJÊN P'ÛÇ (Milazim Rassoyan) Download
13.XWEDÊ (Milazim Rassoyan) Download

mmmmmSTIRANÊN RUHANÎ

MIRIN Û AZADÎ XWEDÊ MEZIN E HÊY MILETNO
T’êl. (+374) 93-141-941,
98-850-033

E-mail CBJCinfo@houseofgod.am

STIRANÊN
HEZNÎTÎYÊ

EM K'OÇER IN


ÇEND MESELE Û MET’ELOKÊN KAL Û BAVAN
Gotin ji kal û bavan

Hilbestvan Milazim Rassoyan

1.Meriv heye wî t'irê ew yekî gelek qenc e, lê cimet p'êsîra xwe jê dadik'işîne.
2.Milet heye, ku dibêje: «Ezî Xwedênas im», lê p'ûtseneman dih'ebîne.
3.Wey li wî merivî, yê şaşîya xwe vedişêre, lê yê gunehê xwe dide rûyê xwe û ji xwe dûr dixe, ewê xêrê bibîne.
4.Merivê aqil ya dilê xwe zû e'yan nake, lê nêta dilê bêfeman ser zarê wan e.
5.Hinek bona xwe dibêjin «Ez yekî rast im», lê bi xwe dijminê rastîyê ye.
6.Ew merivê, ku şîret û hilatinê qebûl nake, ew ji şaşîyên xwe aza nabe.
7.Şika xirab, h'eta xêrxwazê merivan jî dûrî wî dixe.
8.Hê baş e bi gumana li ser Xwedê dilê xwe hêsa kî, ne ku rûyê nebawerîyêda xweda biqilqilî.
9.Malek ku dişewite, pêr'a-pêr'a wê vêsîne û zû wî bigire, yê zinêrda dik'eve, yanê na, pey undakirinêr'a t'u tişt qazincê nade, usa jî şîreta derengî k'etî qazincê nade.
10.Meriv heye, ku usa dide k'ifşê, yanê her tiştî zane, lê bi rastî qet t'u tiştî nizane.
11.Zar'oka aqil bona dê-bavan serfinyazî ye, lê yê bêfe'm derd, kul û rûr'eşî ye.
12.Lao bi ç'evê k'ubar merivan nenihêr'e û ber Xwedê guneh neke.
13.Yê îç'kê h'iz dike, xwe rûr'eş dike û mala xwe jî xirab dike.
14.K'ubarî dijminê ruhê evdan e.
15.Camêrê xwedênas xwe ji xirabîyê dûr digire, lê yê ç'evqul bê Xwedê ye, nêt-fikirê wî xirabî ye.
16.K'ê Xwedê xweş tê? Yê bawerîya xwe Gotinên wî tîne.
17.Li ser dinyayê tengasîya merivên rast gelek e, lê Xwedê wan aza dike, axirîya wan jî xêr dike.
18.Av êgir ditemirîne, xebera Xwedê jî ner'astîyê.
19.Rastîya Xwedê milet serfinîyaz dike, lê ji rê k'etina milet, milet unda dike.
20.Jîyîna ser vê dinê hulm-gulmek e, Gotina Xwedê tu qebûl ke û ewê te bextewar ke.
21.Yê xirabîyê hîn dike, ew ruhê xwe unda dike, ew cimetê diherimîne û bêy ceza wê nemîne.
22.Çawa av cîyê bilind nasekine, dua-dirozge jî li ser qur'e û babaxan nasekine.
23.Av xwe cîyê nimiz digire, rehm û k'erema Xwedê jî xwe merivê milahîm digire.
24.Xêrxwazê rast roja tengasîyêda k'ifş e, ji alîk'arîyê venak'işe.
25.Xema rast her roj bîra mêrivda ye.
26.Xwedê dûr dike, lê bîr nake, lê hinek dibêjin: Xwedê dîwanê nake.
27.Bira Xwedê yar be, e'vd neyar be.
28.Rastîk heye mala Xwedê.
29.Mala Xwedê bi sebirê ava ye.
30.Darbir'o daran bibir', gumana xwe ji Xwedê nebir'.
31.Gulên xwedênasîyê bin, xulamê Xwedê bin.
32.Yê dizî kir, neheqî kir, boy ruhê xwe xirabî kir.
33.Derew dijminê Xwedê ye.
34.Dewsa qencîyê qencî k'arê her meriva ye, lê dewsa xirabîyê qencî, k'arê mêrê çê ye.
35.Yê neyarî xirab kir, wî h'izkirin ava kir.
36.E'vdê serr'eş bêy guneh nabe, zur'etê Adem neheq dibe û her gîha ser k'oka xwe şîn dibe.
37.Hê qenc e parî nanê t'isî, bi heq û h'elalî, ne ku hebûka p'ir', bi ner'astî.
38.Mala ku Xwedê çê neke, ew mal nabe mal.
39.Xwedênasî ew rastî ye, nûr-nedîra dinyayê ye.
40.Wey li wî bajarî, li k'u xwedênasî nema.
41.Mî p'îyê xwe, bizin p'îyê xwe, her kesê her'e ser e'melê xwe.
42.Xwedê bê şirîkî bê heval e.
43.Merivê xirab dinê h'iz kir, axiret berda, rîya Xwedê berda û rê-rizmê kal-bavan hilda.
44.Xwedê îmana rast bide te, axreta te xêr ke.
45.K'ê çi bike, wê xwe bike. Rehmê bike, ku qencî û rehm bê pêşîya te, xirabîyê neke û xirabî wê neyê
pêşîya te.
46.K'ê çi diçîne, wê jî diçine.
47.Xêra bike, roda berde.
48.Xwezî xêrkiran ne ku xêrxuran.
49.Dinê dor e, xwe ne zor e.
50.Dinê boş û betal e, axreta meriva xêr be.
51.Xofa Xwedê mêriv ji xirabîyê dûr dixe.
52.Xwedê xweyê k'etîyan e, rehma wî ser rastan e.
53.K'ulfeta xwedêxof mala xwe ava dike, lê ya dinêh'iz, mala xwe xirab dike.
54.Lomek'aro, gunehk'aro.
55.Bira Xwedê ya xwe bike, ya e'vdan e'vdanr'a neke.
56.Rasto rêda, qelpo zerêda.
57.Av ser me'sî hate bir'înê, me'sî h'işk bû, Încîl ji mêriv hate hildanê, meriv unda bû.
58.Xûn e'rdê namîne.
59.Xûnê neke, bira xûn ser teda neyê.
60.Ayê destekî destê dinr'a namîne, k'u ma ayê yê rast yê ner'astr'a bimîne.
61.Aş bê çeqçeq nabe, jîyîna k'ubaran jî bê şer'-de'w nabe.
62.Ar h'eta elekirinê li ser elekê dimîne, xwedênasê dinêh'iz jî h'eta roja cêr'ibandinê.
63.Aş t'oz û t'ebar e, ser pişta bêfeman jî şivdar e.
64.Ba t'une, t'oz jî t'une, k'ubarî t'une, şer' jî t'une.
65.Xwedê pih'îna xwe Melekê Tawis xist, ew h'eft tevekê e'rdêda çû.
66.Alîkî dinê şîn e, alîk şayî.
67.Anegorî ber'a xwe, nigê xwe dirêj ke.
68.Aqil t'acê zêr'în e, serê her kesî nîne, biç'ûk û mezinan ew nizane.
69.Xeber hene zêr' in, xeber jî hene cî bi cî şer' in.
70.Berxê Xwedê xwey dike, gur lê naxwe.
71.Yê dixwaze merivên xirab xweş bê, ewê h'alê xwe xirab bike.
72.Merivê pozbilind ji k'ubarîyê Xwedê xwe jî bîr kirye.
73.Çiqas bibî mîr, dîsa Xwedêyê xwe bîne bîr.
74.Aqilê giran, barê sivik, aqilê sivik barê giran.
75.Xebera xweş bihara dilan e, lê ya xirab zivistana giran e.
76.Êt'îman got: «Emê bik'evin». Xwedê got: «Lê ez k'u me?».
77.Ezî welatê xerîbda mame, piştî Xwedê didebirim û heme.
78.Derb heye qenc, derb heye xirab.
79.Meriv bik'eve t'or'a camêran, lê nek'eve destê bêxwedan.
80.H'ezar salî dinê bî, zêr' û zîvda xinê bî, tê dîsa rokê mêvanê qebirê bî.
81.Serê seran Xwedê ye, p'ad şayê erşê e'zmên e.
82.Pismamê şaşîyê, neyarê rastîyê, pismamê dinê, neyarê Xwedê.
83.Dîwana Xwedê li ser rastîyê h'îm bûye.
84.Yê navê xwe diger'e, xwe sosiretîyê digire.
85.P'ira Selatê weke derzî, xwedênasan serr'a bezî, gunehk'aran çok lerizî û k'etine nava qezî.
86.Teyr difir'e bi refê xwer'a.
87.Xebat mîna şîrê dê li merivan rûdinê.
88.H'ebandin t'enê p'ara Xwedê dik'eve.
89.Bêy Xwedê ç'ila ji darê nayê xwarê.
90.Xişînîya mûrîr'a Xwedê h'işyar e.
91.Mirin hespê xwe sîyar e, li çar qulbê vê dinyayê ew diger'e û her merivan dibe xware, qet napirse, gelo ewî kal e yan cahil e.
92.Sebir sik'an e, axret bi îman e.
93.Her ç'êlek tê dotinê, lê her xeber nayê Gotinê.
94.Merivê bê îman, bê Xwedê ye.
95.Bê fe'm e ew merivê ku k'arê ferz hiştye û pey yê h'ewask'ar k'etye.
96.Gelek meriv ji ç'evqulîyê hebûka xwe jî unda dikin.
97.Çi ku wextê xweda nayê kirinê qîmetê wê t'une.
98.Hene meriv, ku bi eşq ji xelqê deyn hildidin, lê gava paşda didin, usa digirîn tê bêjî k'eda xwe bê heq didin.
99.Ruhê Xwedê her deran e û h'emûyan ew dinihêr'e, dîwar, tarî yan jî mirin qet t'u kesî venaşêrin.
100.Meriv hene sore-gir in bê h'unir in.
101.Xwedê nayê xapandinê, yê gunehk'ar, boy k'arê xwe tê girtinê.
102.Aqil ji dîndarê zêdetir e, merivê bêy Xwedê jî ji xwedênasan kêmtir e.
103.Gelek ser k'etina dijminê xwe şa dibin, lê nizanin ku usa ew unda dibin.
104.Bona çi dilê te ji lawê te gazin e, çaxê t'u şîretî ew nizane.
105.Ç'êleka sor ç'ermê xwe nikare biguhêze, merivê xirab jî binyata xwe, lê Xwedê jorin zor qewat e, k'î dixwaze wî diguhêze.
106.Hê qenc e bi nanê t'isî mala xweda bijîy, ne ku bi qelî-qawirme mala xelqêda.
107.Yê li hindava xêrxwazê xweda mixenet e, qezî ji wî dûr nak'eve.
108.H'eta dijmin jî li ber rastîyê ta dibe.
109.Merivê aqil bona rizgarbûna jîyîna xwe ber hebûka dinê nak'eve.
110.Merivê ku Xwedê xwe bîr kirye, dinê axretêda xêrê nabîne.
111.Gelek caran şaşîyên merivan wanr'a dibine ders.
112.Meriv hêsa dibe bindest, lê zehmet serbest.
113.Çaxê h'ukumet yan jî cimet k'ubar dibin, şer' çê dibin.
114.Gava yek p'êşkêşên p'ir' dide te, bizanibe nêt-meremê wî hene, belkî bona xirabîyê ne?
115.Yê k'arê xwe hiştye û t'evî yê xelqê dibe, badîhewa dik'eve nava qezîyan.
116.Çi dera k'ê birîn e, ji wê derê ew gazin e, belê ji zarê wî jî e'yan e, derd kulê wî çida ne.
117.Ulmê Mesîh wek e'zman e, h'emû sur'î kes nizane, çiqas hîn bî hê cî heye, kal jî hîn bin ne şermî ye.
118.Tu t'evî k'ê dixebitî, t'imê qedirê wî bizanibî, hevalê baş ter'a pişt e, bêy hevaltî ne t'u tişt e.
119.Ulmê Xwedê tu dest bîne, ew jîyînê pêşda tîne, hebûk diçe û namîne, lê ulmê wî t'im dimîne.
120.Yê ku xeyba xelqê dike ji wî her'e, çimkî ewê rojeke baş li ser te jî xeybê bike.
121.Firêqetîya xweda k'esîbanr'a qencîyê bike, dinê dor e, qencîya teyê te veger'e.
122.Li ber Xwedê t'enê rastî qebûl e.
123.Xweykirîyê Xwedê bî, ku ji xirabîyê tu dûr bî.
124.Gumanek heye Xwedê.
125.Zikê t'êr çi haş ji zikê birçî heye.
126.Mêrê çê rewşa cimet e, xebera çê rewşa milet e.
127.Miletê xwe tu h'iz bike, lê xelqê bêy hurmet neke.
128.Merivê zane qewatê distîne û bi serwaxtîyê h'îmê mala xwe rast datîne.
129.Azayî ew p'êşkêşa Xwedê ye, ku bi Mesîh hert'im heye.
130.Xwedê heye, xem t'uneye, Încîla wî bona me ye.


H'EMÛ MILET XÛŞK-BIRA NE
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) H'emû milet, xûşk-bira ne,
Îsa Mesîh jî Xudan e,
Bona me ew ruh û can e,
Hema li te ew h'eyran e.

2) Gelo çima carna meriv?
Ji Xêrxwazê xwe dir'evin,
Dijminanr'a xizmetk'ar in,
Lê pismaman lomek'ar in.

3) Evdno, bona we her kesan,
Îsa Mesîh bûye qurban,
Bi yekî din rizgar nabî,
Ji dîwana tê aza nabî.

4) Rizgarkirê te, Îsa ye,
Ew H'izkirîyê Xwedê me ye,
Bi zarê xwe gazî wî ke,
Û Încîla wî qebûl ke.

BAV Û KUR’
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) -«Binihêr'e bavo, ew çi cimet e?
Ku hev civîyan e û hêwerze ne,
Gelo çi dikin? Wê k'ê xaç bikin?
Ku dikin gazî: <Wî hildin xaç kin>.

2) Wê yek nav wanda, dar jî ser milan,
T'ûyî wî dikin, didin ber qamçîyan,
Qerfan wî dikin, şemaq lê didin,
K'inc lê qelaştin, k'ifirî wî dikin.

3) Binihêr'e bavo! Çawa lê dixin,
Dîsa bi qamçîyan, xûnê ser dixin,
Belkî dixwazin wî qet-qetî kin,
Bi vî teherî dil xwe rihet kin.

4) Hela Binihêr'e, ça wî xaç dikin,
Û ser k'incên wî hevr'a şer' dikin,
Gelo çi kirye? Xwedê ew ber'da,
Ew qaçaxek e? Ku k'etye derdan».

5) -«Lawo, ew ne qaçax e, lê xêrxwazek e,
Bona cimetê ew dua dike,
Dibêje Xwedê: <Bavo afû ke.>
Û vî gunehî wan h'esab neke».

6) -«Bavo de rabe, wî rizgar bike,
Û boy xatirê wî tu na-na neke».
-«Lawo netirse, tu sebir bike,
Bona wî merivî Xwedê xem dike.

7) Xwedê qirar kir, ku usa bibe,
Kur'ê xwe boy me ew qurban dide,
Ewê bimire û dîsa rabe,
Ku gunehên me, bi wî afû be».

8) -«Niha min fem kir, ew çima dimire,
Ku rîya cenimê, ber me bigire,
Tu vê qirarê her deran bêje,
Lê dîsa dilê min bona wî dêşe».


ADEMO
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) Xwedê li ser dinê Adem efirand,
Ji hestûyê k'êlekê jî Hêwa xuliqand,
H'emû dinya pêva da destê wana,
Her du bûne xweyê h'emû h'eywanan.

2) Baxê Cinetêda du dar jî hebûn,
Ji her du daran yek ya jîyanê bû,
Lê ya din, ku Xwedê got: «Ji wê nexwin»
Ya zanebûna qencîyê-xirabîyê bû.

3) Lê Hêwa gur'a Xudanê xwe nekir,
Bi Gotina Şeytan ji wê xwar û Ademr'a jî p'ar kir,
Ademo, rebeno, çi serê xwe kir,
Gur'a Xwedê nekir, mirin xwe war kir.

4) Bi gunehê Adem xûna wî h'erimî,
Û ev binyat' bû p'ara her merivî,
Zuret li wî ser dinê hev bela bûn,
Mîna bavê xwe Adem gunehk'ar bûn.

5) Lê Xwedê bona rizgarbûna evdan,
Kur'ê xweyî delal, Îsa Nûranî da,
Çawa bi Adem em gunehk'ar dibin,
Usa jî bi Îsa bawermend rast dibin.


BÎBLÎYA
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) Bîblîya k'itêba Xwedê ye,
Wî fikirên xwe bi wê daye,
Xulamên wî ew nivîsîn,
Dîroka rast ber me danîn.

2) Xeberên wê ji bîna Xwedê,
Ava zelal ji wê dertê,
Qur'ne-qur'ne jîyîn daye,
Û bin h'ukumê Ruhda maye.

3) Wêda hene p'êxembertî,
Qanûnên heq û serwaxtî,
Hînkirina wê bi rastî ye,
Xudanê wê bê şaşî ye.

4) H'emû şîret wêda hene,
Baristanîya ber dilan e,
Xwedê ew da, ku qebûl kî,
Bawerîya xwe Bîblîyayê bînî.

5) Çend h'ezar sal derbaz bûne,
Nivîsarên pîroz mane,
Were wanda tu bawer be,
Jîyîna her- heyê war be.











DEH T’EMÎ
Gotin ji Bîblîyayê
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1.Pêştirî Min xwedêkî din bona te nîbe.
2.P'ûtseneman bona xwe mîna qet t'u tiştekî ku heye çênekî- ne jor li e'zmên, ne jêr li ser e'rdê, ne jî li bin e'rdê nava avanda. Wan nehebînî û wanr'a xizmetîyê nekî, çimkî ez, Xudan Xwedêyê te Xwedêkî xîretê me (k'umreş im), ku xirabîyên kal û bavan tînime ser lawên wan, h'eta sê-çar zuretên ku min h'iz nakin. Lê yên ku min h'iz dikin û t'emîyên min xwey dikin, ezê h'eta zuretên hezarî dua- dirozgan li wan bikim.
3.Navê Xudan Xwedêyê xwe badîhewa hilnedî ser zarê xwe, çimkî Xudan ewê ku navê wî badîhewa hiltînine ser zarê xwe wî gunehk'ar h'esab dike.
4.Roja rihetîyê bîr bîne û wê paqij bihêle. Tu gerekê şeş rojan k'ar bikî, her cûr'e şixulan dikarî bikî, lê roja h'eftan roja rihetîya Xudan Xwedêyê te ye- wê rojêda t'u k'arekî nekî, ne tu, ne kur'ê te, ne qîza te, ne xulam û carîya te, ne h'eywana te, ne jî xerîbê ber derê te, çimkî Xudan nava şeş rojanda e'zman û e'rd, be'r û her tiştên nava wanda anîne sêrî û roja h'eftan rihet bû. Bona wê yekê Xudan dua-dirozge roja rihetîyê kir û ew paqij kir.
5.Dê û bavê xwer'a hurmetê bike, ku çerxa te rast be û jîyîna te li ser wî e'rdî dirêj be, ya ku Xudan Xwedê te wê bide te.
6.Nekuje.
7.Zinêk'arîyê neke.
8.Dizîyê neke.
9.Buxdana li cînarê xwe gilî neke.
10.Havijîya xwe malê cînarê xwe neyne, ne jina wî, ne xulam yan carîya wî, ne gayê wî, ne k'era wî- havijîya xwe qet t'u tiştekî wî neyne.

DINYA BOŞ Û BETAL E
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) Ev dinya boş-betal e, gumanê jê bibir'e,
Ev jîyîn hulm-gulmek e, meriv vir xerîbek e,
Hinek bûne xweyp'ar e, hinek jî bûne zane,
Hinekên din bedew in, bi tiştên p'ûç difir'in.

2) Gelek meriv bûne mîr, Xwedê xwe neanîn bîr,
P'erda şerma wan t'une, ewan xweserîxwe ne,
Boy h'ewasa dilê xwe, natirsin ji Xwedê xwe,
Gotin:«Em in, e'mirek e, ça bijîn mer'a yeke.»

3) Zar' rabûn ber dê-bavan, bêhurmet bûn xûşk-bira,
Girtin qir'ika cînaran, hev gestin mîna me'ran,
Yê bindest bi te'layî kir gazî:«K'a azayî»,
Lê gava ew aza bû, xelq ji wîda bindest bû.

4) Qebûl nakin t'u rastîyê, şa dibin bi ner'astîyê,
Ç'ev ber'dan malê xelqê, k'eda wan bi h'eramîyê,
Dinyayê, gunehk'arê, tê bêyî ber dîwanê,
Îsa Kur'ê Xwedê ye, H'akimê mirîyan-zêndîyan e.

5) Evdê ser-reş veger'e, xwe rîya Îsa bigire,
Wext eve t'exsîr neke, ruhê xwe unda neke,
Vê yekê jî bizanibe, ji t'u kesî nexape,
Ruh h'eta-h'etayê ye, dinê axret ya wî ye.


EM XERÎB IN
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) Ez xerîb im li vê dinê,
Dişixulim mîna ç'irê,
Roj wê her'in k'î namire,
Ç'ira min jî ditemire.

2) H'ezar salî tu dinê bî,
Zêr' û zîvda tu xinê bî,
Jîyîn diçe tê mezin bî,
Û mêvanê qebira sar bî.

3) Çawa hulm-gulm sal tên diçin,
Kirin-xwarin ew jî p'ûç' in,
Sihet-qewat unda dibin,
Te'lî-tengî zêde dibin,

4) Gelo jîyîn hema ev e?
Jîyîna qenc cîkî t'une?
Gelo mirin ça tê zeftê?
Avilheyat ji k'u dertê?

5) Kur'ê Xwedê, Îsa hatye,
Eva pirsa safî kirye,
Bi xaç mirin wî zeft kirye,
Qîyametî qirar kirye.

6) K'î bawer ke û t'obe ke,
Încîla Mesîh qebûl ke,
Ewê ji mirinê rabe,
Û p'adşatîya Xwedê war be.


QANÛNA XWEDÊ
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) Qanûna Xwedê k'amil e,
Ruhê merivan nû dike,
Qanûna Xwedê pîroz e,
Dilê yên rast şa dike.

2) T'emîya Qanûnê nûr e,
Ew ji xirabîyê gelek dûr e,
Bona ç'evan ronayî ye,
Berbi Mesîh ew derî ye.

3) Qanûndarê me Xwedê ye,
Heqîyê-neheqîyê eyan dike,
Hakimê me Mesîhê wî ye,
Gunehên me afû dike.

XWEDÊ
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) E'rd û e'zman, h'emû efirîn hûn ker' bin,
Ezê rastîyê bêjime we hûn guhdar bin,
Ev Gotina min bona Xwedê rehmê ye,
Ku bizanibin, ew k'î ye û çawa ye.

2) Xwedê ji Bav, Kur' û Ruhê Pîroz e,
Ewî yek e bê şirîk e, yekbûyî ye,
E'rd-e'zmênda mîna wî pîroz t'une,
Ew e P'adşê-p'adşan û t'imê heye.

3) Ew Heyînê pêşda hebû, Xwedê bû,
H'emû heyîn eynî bona wî çêbûn,
Qewata jîyanê ji wî distînin,
Û bî wî jî axreta xwe dibînin.

4) Xwedê ruh e, herî zor e, zane yê,
Ji her-heyî çawa hebû, usa yê,
Her çi hene, wî şeş rojanda efirand,
E'rd û e'zman, heyînên nav xuliqand.

5) Xwedê kes e, her deran e, h'izkirin e,
Li ser h'emû xuliqîyan ew dinihêr'e,
Ewî t'evî milyak'et û merivan e,
Li nav ruhê her pîrozên xweda ye.
EM K'OÇER IN
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) Ser vî e'rdî em k'oçer in, em xerîb in-2,
Ji me her kes jî wê her'e, ji vê dinê-2,
T'enê e'zmênda- cem Xwedê, rihetî ye-2,
Li wir her der paqijî ye, pîrozî ye-2.

Wek' .- Emê wir bin-2, Emê malên e'zmênda bin,
Warê jorin-2, H'eta-h'etayê emê wir bin.

2) Civîna Mesîhe pîroz, wir t'op dibe-2,
Em in kesên wê civînê- mala Xwedê-2,
Wira hert'im haştî heye, şer' t'une ye-2,
Îsa Xudan wir P'adşa ye, rehm wir heye-2.

3) Welatê meyî e'zmanî, gelek rind e-2,
Hebûka wira nar'ize, Xwedê merd e-2,
Rewş û rûmet bi awaz in, ronayî ye-2,
Binelîyên wir pîroz in, Xwedêtî ye-2.


ÎSA MESÎH ZÊNDÎ YE
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) Îsa Mesîh zêndî ye,
Ew P'adşayê nemirî ye,
Ew nixurîyê Xwedê ye,
Ser her efirînanr'a ye.

Wek'. - Dilqê Xwedêyê nek'ifş e,
Avilheyat ji dêst dik'işe,
Her çi hene wî çêkirine,
Çi ku k'ifş e û ne k'ifş e.

2) Çi ku li e'rd-e'zmênda ne,
Bi destê wî efirî ne,
Xudantî bin, serwêrtî bin,
T'extp'adşa bin yan h'ukumet bin.

3) Ew berî her tiştî hebû,
Bi saya wî ew cîwar bûn
Saya serê wî dimînin,
Bi wî jîyînê distînin.

4) Ew e serê civîna xwe,
Û Nixurîyê ji nav mirîyan,
Xwedê xwest ku ew t'im pêş be,
Û binyata Xwedêda be.

5) Bi destê wî haştî çêbû,
Boy her kesî xwexa xaç bû,
Xûna wî guneh afû kir,
E'rd-e'zmênda haştî çêkir.


ROJÊN P'ÛÇ
Gotin Milazim Rassoyan
Hilbestvan Milazim Rassoyan

1) Ez çi bêjim rojên xwer'a,
Ku hatin-çûn serr'a, berr'a,
Dinya boş e, jîyîn p'ûç e,
Mîna xewna şevan diçe.

2) Çaxê meriv ji dê dibe,
Bi zemetî mezin dibe,
Difikire! Ew xwey war e,
Lê nizane, ew mêvan e.

3) Eva dinya derewîn e,
Bi dîndara xwe dixapîne,
Tu gumanê li wê neyne,
Ku ew te jî nexapîne.

4) Dinê-axret du p'aran e,
P'arek bona xiraban e,
Agir-alav dişewitîne,
Û her-heyê dizêrîne.

5) Lê p'ara din bihuştî ye,
Wir her-heyê rihetî ye,
K'î dixwaze li wê war be,
Bira ser rîya Mesîhda be.


























designed by "Verjin Andzrevner" studio 2007